Kanaleke televîzyonê ya dewletê…
Salên weşanên wê..Û piştre jî îtîrafeke dîrokî.
Li Hungarya, kanala televîzyonê ya dewletê M1 li ser ekranê lêborîn xwest…
Û qebûl kir ku di dema hikûmeta berê de agahiyên şaş ji raya giştî re weşandiye.
Li Hungarya, kanala televîzyonê ya dewletê M1, ku bi salan e ji ber weşandina naveroka nêzîkî hikûmetê tê rexnekirin, biryareke dîrokî da.
Kanal weşana xwe bi saetan qut kir û peyameke lêborînê li ser ekranê nîşan da.
Ji Kanala dewletê ya hungarya îtîrafek dîrokî: “Me bi salan derew kir”
Di peyamê de wiha dihat gotin:
“Rêxistinên weşana giştî nikarin derewan bikin.
Ji ber ku me bi salan ev kiriye lêborînê dixwazin.”
Kanala M1, di serdema serokwezîrê berê Viktor Orban de, demek dirêj ji ber weşandina vegotinên nakok ên li ser koçberiyê, Yekîtiya Ewropa, Ukrayna û pirsgirêkên civakî dihat rexnekirin.
Serokwezîrê nû Peter Magyar ev yek wekî xaleke werçerxê ragihand û diyar kir ku weşana giştî êdî dê serbixwe, bêalî û pêbawer be.
Kanal piştî navbereke nêzîkî çar saetan weşana xwe ji nûve dest pê kir.
Lêbelê, niha li şûna bultenên nûçeyan, fîlm û bernameyên şahiyê tên nîşandan.


