Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan vê hefteyê 3 caran êrişî Îranê kiriye.
Ev êriş wekî bersivekê bûn ji bo êrişa li keştiyeke din a bazirganiyê ya ji aliyê hêzên Îranê ve li Tengava Hurmizê.
CENTCOM diyar kir ku, Hêzên wan bi mûşek, balafirên şer, dron û keştiyên şer li Îranê li 140 baregehên leşkerî dane.
Jimarek baregehên mûşek û dronan, , depoyên cebilxane û çekan û baregehên çavdêriyê di êrişan de wêran bûn.
Her wekî destnîşan kir ku di 3 şevên borî yên vê hefteyê de, hêzên Amerîkayê li zêdetirî 300 armancên li nav axa Îranê daye.
Armanca Washingtonê ya êrişan, şiyanên Îranê têk bibe.
Ji bo ku nikaribe li Tengava Hurmizê êrişî deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê bike.
CENTCOM tekez kir ku çûn û hatina keştiyan a di Tengava Hurmizê re didome.



