Dengê çekan ji başûrê Libnanê kêm nabe.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku depoyên çekan ên Hizbullahê rûxandine.
Di heman demê de Serokomarê Libnanê Joseph Aoun jî bang li Amerîkayê kir ku zextê li Îsraîlê bike.
Başûrê Lubnanê dîsa bû qada operasyonên leşkerî.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma ewlehiyê ya başûrê Libnanê gelek depoyên çekan û cebilxaneyên Hizbullahê rûxandine.
Li gor daxuyaniya artêşê, di nav van depoyan de roketavêj, teqemenî, bombeyên destan û çekên cuda hebûn.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya astengkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbullahê de pêk hatiye.
Di heman demê de, Serokomarê Libnanê Joseph Aoun got;
Beyrût pêdiviya xwe bi desteka DYA’yê heye da ku Îsraîl êrişên xwe rawestîne û tevahiya axa Libnanê vegerîne.
Aoun bal kişand ku divê hemû çek tenê di destê dewletê û saziyên fermî de bin û biryarên welêt bêyî destwerdana aliyên derve bên dayîn.
Serokomarê Libnanê di heman demê de îhtîmala hevdîtinekê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re red kir û got,
Parastina serdestiya Libnan û aştiya navxweyî xeta sor a dewletê ye.



