Aloziya li Rojhilata Navîn dîsa zêde dibe.
Agirbesta di navbera DYA û Îranê bi dawî bû, Washingtonê li nêzî sed xalên leşkerî yên Îranê da
Tehran bi armanckirina baregehên Amerîkî li Kendavê bersiv da.
Di nav gefên hevbeş de, fikarên li ser pêlek nû ya şerê li herêmê zêde dibin.
Fermandariya Navendî ya DYA ragihand ku nêzîkî 90 xalên leşkerî yên Îranê xistin e.
Li gorî agahiyan, operasyonê pergalên parastina hewayî, depoyên mûşek û dron, hêmanên deryayî û binesaziya lojîstîkê ya leşkerî bûye armanca êrişan.
CENTCOM diyar kir ku ev yek tolhildana êrîşên li ser keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuz re derbas dibûn bû.
Her wiha hişyarî da ku ger pêwist bike, operasyonên din jî dikarin werin destpêkirin.
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku teqînên li pey hev li parêzgehên Hurmuzgan, Sîstan-Belûçistan û Buşehrê pêk hatin e.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên dawî de 14 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne.
Îranê êrişî baragehên Amerîka yên li Kuweyt û Behrêynê kir
Supay Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êrîşên bi mûşek û dronan li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li Kuweyt û Behrêynê kirine.
Her wiha hişyarî da ku eger Amerîka êrîşên din bike, baregehên din ên Amerîkî li herêmê jî dê bibin armanc.
Qalîbaf ji bo DYA: Hûn êriş bikin wê bi encamên wê re rû bi rû bimênin
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Qalibaf jî peyamek ji Washingtonê re şand û got,
“Heke hûn êrîş bikin, hûn ê bi encamên wan re rû bi rû bimînin.”
Trump gef li Îranê xwar: Em ê pir tundtir bersiv bidin
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku êrîşên Îranê bê ceza namînin û got,
“Her cara ku ew li me bidin, em ê pir tundtir bersiv bidin.”
Danûstandina daxuyaniyan nîşan dide ku hêviyên ji bo agirbestê qels dibin, û ev yek perspektîfa çareseriyek dîplomatîk bêtir ne diyar dike.
Niha hemû çav li ser gavên din ên hem Washington û hem jî Tehran biavêjin e.



