Xelkê gundê Til Şeîr ê girêdayî Tirbespiyê ji ber bihabûna sebze û madeyên xwarinê gelek cotkaran serayên sebzeyan çêdikin.
Dara Yûsif xelkê gundê Til Şeîre û xwedî seraya sebzeyane.
Dara anî ziman ku ew her sal meha Sibatê dest bi amadekariyan dikin û şitilan diçînin.
Ev sera sebze ji qeşayê diparêzin û sebze di serayan de zû derdikevin.
Her wiha yûsif diyar kir ku rêjeya berhemê rojane tê guhertin û got:
Îro me 24 sindoqên bacanên sor kom kirin, berî niha carinan me 7-8 sindoq kom dikirin.
Dara di dawiya axaftina xwe de got: Bihabûna mazotê gelekî bandorê li karê me dike.
Em bang li aliyên têkildar dikin ku ji bo mazotê bi me re bibin alîkar.



