Viyan Mihemed a 15 salî goşeyeke biçûk a mala xwe veguherandiye kargeheke hunerî.
Dixwaze behreya xwe mezin bike û xewna xwe ya ku bibe hunermendeke naskirî pêk bîne.M+B
Viyan Hesen Mihemed a 15 salî, goşeyeke biçûk a mala xwe ya li bajarê Hesekê veguherandiye cîhaneke taybet.
Ew goşe kiriye cihê xêzkirina xewnên xwe yên mezin ên ku ji destpêka zaroktiya xwe ve daye avakirin.
Viyan dibistana navîn qedand, niha amadekariyên derbasbûna dibistana amadehiyê dike.
Lê rêwîtiya wê ya bi hunerê re beriya niha bi 2 salan dema 13 salî bû, dest pê kiriye.
Viyanê diyar kir ku tişta ku ew herî zêde jê hez dike, hunera portreyan e, rûyê mirovan li gel wê ne tenê xuyang in, di rûyê mirovan de çîrok, hest û tecrube hene û got:
“Ez ne tenê rûyê mirovan dineqişînim, lê ez hest û çîrokên li pey rûyê wan jî dineqişînim.”



