Pispora perwerdeyê Bîlan Omer li ser tawanên elektronîkî dibêje;
“Piraniya pirsgirêkên civakî peywendiya xwe bi tawanên elektronîkî re heye.
Jin di dema pirsgirêkan de neçarî xwekujiyê dibin. Rêya herî baş a rûbirûbûna tawanên elektronîkî xweparastine.’
Bîlan Omer dibêje; “Niha piraniya pirsgirêkan peywendiya wan bi tawanên elektronîkî re heye.
Ji ber kêmbûna hişyariyê di nav civakê de û şêwazê bikaranîna torên civakî, jin zêdetir ji kesên din rûbirûyî vê cure tawanan dibin.
Derbarê bêdengbûna jinan a li hemberî tawanên elektronîkî de Bîlan got;
“Yek ji sedemên sereke yên bêdengbûna qurbaniyan, nebûna baweriyê ya di navbera endamên malbatê de ye.
Pêwîste malbat li ser vê yekê têbigihîjin ku her mirovek gengaze xeletiyê bike.
Herwiha dirêjbûna pêvajoya dozê ya li cem hin kesan, tirsa ji destdana navûdengê di nav malbat û civakê de sedemên din ên paşxistina tomarkirina giliyane.”
Bîlan Omer behsa girîngiya hişyarî û xweparastina jinan kir û got; “Rêya herî baş a rûbirûbûna tawanên elektronîkî xweparastine.
Pêwîste jin bi ti awayî di rêya torên civakî re peywendiyê ligel kesên nenas ava nekin.
Herwiha bi berdewamî di hewla zêdekirina zanyarî û hişyariyê de bin derbarê rewşa bikaranîna teknolojiyên nû.
Herwisa tawanên elektronîkî tenê di şandina wêne, dîmen yan nameyan de bi dawî nabin; ji ber vê yekê pêwîste bikarhêner bi agahdarî û hişyariyê ve nêzî teknolojiya nû bibin.”



