Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 14 Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh) peyamek weşand.
YPJ’ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û got:
Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e.
YPJ’ê di peyama xwe de got, Şoreşa Rojava bi bîr û baweriya jiyana azad ji tevahî cîhanê re hate ragihandin.
Rabûna gelan a ku li hemberî rejîma Baasê , ji bo guhertina herêmê destpêkeke nû bû.
YPJ: Gelê kurd li dijî feraseta netewe-dewlet têkoşîn kir
Gelê Kurd di her dema dîrokê de li dijî feraseta netewe-dewlet têkoşîn kir.
YPJ’ê diyar kir ku hemû gelên herêmê şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa xwe dîtin .
YPJ’ê destnîşan kir ku hêza me bo mayîndekirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê herdem bûn xwedî sekneke wêrek û got:
“YPJ’ê bi hebûn, sekin û şêwazê jiyana xwe di nava hêzên parastinê de bû xwedî cihekî qedir bilind.”
Di dawiyê de got, em ê parastina destkeftiyên şoreşê bikin û bi têkoşîna xwe şoreşa jinan mayînde bikin.



