Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê yê Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso “Sîpan Hemo” Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.
Sîpan Hemo got, em ê meşeleya azadiyê ya ji şehîd Xebat girtî bidomînin .
Semîr Elî Oso di peyama xwe de got :
“Em bi serbilindahî û wefadarî şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin.
Şehîd Xebat Dêrik yek ji wan kesan e ku meşaleya azadiyê hilda .
Me jî bi kêfaxweş li kêleka wî ew meşale li ba kir.”
Semîr Elî Oso diyar kir ku qonaxa heyî berdewma wê têkoşînê ye û got,
Meşaleya azadiyê ya ku wan ji şehîd Xebat Dêrik wergirtine dê li ba bimîne.
Bi hêztir û gûrtir bibe û dê mîsyona parastina gel, erd û rûmetê jî berdewam bikin.
Semîr Elî Oso: Soza me dayî şehîdan wê bidome û yekîtiya gelê me wê bihêztir bibe
Di heman demê de, Semîr Elî Oso anî ziman ku, yekitiya gelê herêmê dê jêdera hêz û berxwedanê bimîne û got,
Soza ku şehîdan re hatiye dayîn dê bimîne û nû bibe.
Xwedîderketina li keda şehîdan bi parastina destkeftiyên azadiyê û parastina îradeya gel dibe.”
Semîr Elî Oso: Emê axa, gel û rûmeta xwe biparêzin
Her wiha anî ziman ku ew ê heta dawî ji bo parastina ax, gel û rûmeta xwe têbikoşin.



