Saturday 2026/07/18
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi misogerkirina azadiya gel Kurd gengaz e

July 12, 2026
in JIN
A A
Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi misogerkirina azadiya gel Kurd gengaz e
Share on FacebookShare on Twitter

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ anî ziman ku her çend bêdengbûna çekan û vekirina rêya siyasetê ji bo aştiyê gaveke girîng be jî, dabînkirina aştiya esasî dê bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz bibe.

Aktivîsta Tergera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, derbarê pêvajo û qonaxa niha de axivî.

Sebahat Tuncel bi lêv kir ku siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê, tevî ku desthilatdarî biguherin jî wekî siyaseteke dewletê ya neguherbar hatiye nûkirin û heta roja me ya îro hatiye domandin û wiha pê de çû:

“Rêya yekane ya dabînkirina çareseriya demokratîk û aştiyane ya kurd; naskirina hebûna Kurdan, radestkirina maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd ên hatine desteserkirin û mîsogerkirina wan a qanûnî û destûrî ye.

Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ku di 2025’an de bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, israra li ser dabînkirina mîsogeriya hiqûqî û siyasî girîng e.

Naskirina hiqûqî ya nasnameya Kurd ku ji aliyê hiqûqî ve tune tê hesibandin, ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Naskirina hiqûqî ya Kurdan, dê di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bibe sedema şikandinekê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, rê li ber pêvajoyeke rasteqîn veke.”

Sebahata Tuncel bi bîr xist ku tişta ku dê encama vê pêvajoya diyar bike, ji nêzîkatiya dewletê wêdetir, dê têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd bixwe be û ev tişt anî ziman:

“Gelê Kurd di qedera xwe bi destê xwe diyar kirinê de û di avakirina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de bi israr û biryardar e.

Garantiya herî bingehîn a pêvajoyê jî ev e.

Gelê Kurd bi ezmûnên ku jiyane pir baş zane ku parastina hebûna wî û dabînkirina azadiya wî tenê bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e.

Di şert û mercên guherbar ên cîhan û Rojhilata Navîn de, gelê Kurd agahdar e ku ji bo parastina hebûn û azadiya Kurdan a li Rojhilata Navîn, pêdivî heye mirov li gorî şert û mercên rojane xwe biguherîne û veguherîne.

Ji ber wê yekê, nûkirina têkoşînê li gorî manifestoya aşitî û civaka demokratîk, bihêzkirina aliyên kêm û qels, guherandina aliyên şaş û geşkirina aliyên rast, dê li me bide qezenckirin.”

 

Sebahat Tuncel bal kişand ser rola jinan a di vê pêvajoyê de û wiha vegot:

“Perspektîfa bingehîn a pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê azadiya jin, azadiya ekolojîk, azadiya kedê, azadiya gelan û baweriyan be.

Helbet wekî jin, em agahdar in ku di avakirina aştiyê de û di pêşxistina jiyaneke ji bo azadiya jinan a demokratîk û ekolojîk de rola me diyarker e.

Jin di avakirin, parastin û veguhastina aştiya civakî ya ji bo nifşên pêşerojê de xwedî roleke girîng in.

Di lêkolînên hatine kirin de jî tê dîtin ku pêvajoyên aştiyê yên ku jin tê de cih digirin, zêdetir tevgir (kapsayıcı) û xwedî temenekî dirêj in.

Tê zanîn ku di pêvajoyên jin di mekanîzmayên biryar û pêkanînê de cih digirin, pêvajoyeke demokratîktir û wekhevîparêztir tê jiyîn.”

Previous Post

Dayikên Aştiyê li Kobaniyê ji bo wefata Dayika Baharê peyama sersaxiyê dan

Next Post

Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûrî 889 kes mirin e

Weşana girêdayî

Li Girtîgeha Evînê îşkence li girtiyekê hat kirin
JIN

Li Girtîgeha Evînê îşkence li girtiyekê hat kirin

Bedriye Ebdulkerîm: Hewl didin kuştinên jinan weke xwekujî nîşan bidin
JIN

Bedriye Ebdulkerîm: Hewl didin kuştinên jinan weke xwekujî nîşan bidin

Desteya Jinan a Cizîrê bi Desteya Malbat û Nifûsê re hat entegrekirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Desteya Jinan a Cizîrê bi Desteya Malbat û Nifûsê re hat entegrekirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye