Li Sûriyê tevî hilweşîna rejîma Baasê jî metirsî bi dawî nebûne.
Bermahiyên şer yên li nava xaka welat heta niha weke yek ji diyardeya metirsidar ya mayî ye.
Piştî hilweşîna rejîmû û heta niha ji ber van bermahiyan 889 kes mirin e.
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ji hilweşîna rejîma berê ve ji ber bermahiyên şer ên neteqiyayî 889 kes mirin e.
Ji qurbaniyan 284 jê zarok, 55 jî jin bûn.
Çavdêriyê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve ji ber valahiya ewlekariyê ya li welêt û belavbûna çekan, bûyerên tundiyê gelekî zêde bûn.
Li gorî raporê li seranserê Sûriyê 258 bûyerên kuştinê rû dan.
Di encamê de jî 285 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 227 jê mêr, 20 jê zarok û 38 jî jin bûn.



