Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya bi navê Xezal Marzban, hat kirin.
Xezal Marzban, jinek ku paşê bûye Xiristiyan, li beşa jinan a girtîgeha Evînê tê girtin.
Wê piştî li dijî şert û mercên xirab ên li beşa jinan şermezar kir, ji aliyê rayedaran ve tundî lê hate kirin.
Di encama vê lêdanê de destê wê yê çepê şikest lê dîsa jî rê nehat dayîn ku were dermankirin.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, bûyer di 14’ê Tîrmeha 2026’an, qewimî.
Berî niha jî li dijî Xezal Marzban, bi qasî 10 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.



