Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê dike, Tehran jî êrişî Kurd û welatên Kendavê dike.
Herêma Kurdistanê careke din bû armanca êrişan.
Li Hewlêr û Silêmanî bi dron û mûşekan êrişî baragehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin.
Her wiha dengê teqînan li sînorê Helebceyê jî hate bihîstin.
Danê sibehê zêdetirî pênc drone û mûşekan êrişî sînorê parêzgeha Hewlêrê kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, piraniya wan berî ku bigihîjin armancên xwe ji aliyê sîstema parastina hewayê ve hatin têkbirin.
Heta niha ti ziyanek canî an madî nehatiye ragihandin.
Di heman demê de, li sînorê parêzgeha Helebceyê dengê çend teqînan hate bihîstin.
Sedema teqînan hê nehatîye eşkerekirin, lê li gorî agahiyên destpêkê tê gotin, bi êrişeke droneyê ve girêdayî ye.
Her wiha, bi droneyan êriş li ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li devera Rizguwêz a parêzgeha Silêmaniyê jî hate kirin.
Komeleya Zehmetkêşan ragihand ku di êrişê de 9 pêşmerge şehîd bûne.
Desthilatdar hîn jî li ser lêkolîna bûyeran dixebitin û rewşa ewlehiyê bi baldarî dişopînin.



