Xelkê herêma Cizîrê ji bo sewalan dest bi depokirina kayê kiriye û amadekariya demsala zivistanê dikin.
Barê herî giran ser milê jinan e.
Piştî ku demsala çinînê ya genim û ceh bi dawî bû.
Xelkê herêma Cizîrê û bi taybet herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi komkirina kayê kir.
Şênî kayê ji bo êmê sewalan bi kar tînin.
Her wiha demsala payîzê ji bo seyandina xaniyan didin bikaranîn.
Di vê pêvajoyê de barê herî giran li ser milê jinan e.
Jin serê sibehê diçin nava zeviyên xwe û kayê kom dikin.
Piştre kayê dibin malê û ji bo zivistanê di xaniyên axî de depo dikin.
Îsal ji salên berê zêdetir ka heye lê ji ber mazot, heqê deraseyan û destheqê karkeran biha ye, dîsa barê şêniyan giran dibe.
Li gor xwediyê sewalan salane pêdiviya wan bi 30 ton ka heye, da ku pêdiviyên sewal û çêkirina xaniyan pêk bînin.



