Di qezaya otobusê ya li ser rêya sereke ya Derayê de 3 kes mirin û nêzîkî 20 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî îro serê sibê ragihandin ku otobusek li nêzî pira Xirbet Xezaleh a li ser rêya sereke ya Derayê qeza kir, di encamê de 3 kes mirin û nêzîkî 20 kesên din jî birîndar bûn. Sedema qezayê hîn jî nayê zanîn.
Berî 2 rojan Parastina Sivîl ragihand ku di 15 qezayên trafîkê yên cuda de li seranserê welêt pêk hatin de 2 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.



