Vê êvarê, cenazeyê kalemêrekê di nava zeviyên darên zeytûnê yên li gundewarê Efrînê de hat dîtin.
Kalemêre di şert û mercên nediyar de bi guleyan ji serê xwe ve hatiye qetilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî diyar kir ku
Welatiyê bi navê Mihemed Murad ku bi navê “Ebû Tewfîq” tê naskirin temenê xwe 60 salî,
Ji gundê Xelnêrê yê gundewarê Efrînê ye di nava zeviyên zeytûnê kuştî hat dîtin.
Çavkaniyan diyar kri ku Murad îro, bi sibehê bi erebeya xwe ji mal derket, çû nava zeytûnên xwe da ku daran av bide.
Lê heta saetên berêvarê nehat. Ji berê hevjîna wî telefonê zarokên xwe kir ku bavê wê çûye nava erd û dereng maye.
Zarokên wî jî berê xwe da nava zeytûnan kû dîtin bavê wan bi guleyan ji serê hatiye qetilkirin.
Lê erebeya wî li cihê danîbû bû. Piştre agahî dan aliyên eleqedar.
Cenaze radestî malbatê kir ku defin bikin.
Heta niha nasnameya sûcdaran an jî sedemê kuştina Mihemed Murad nehatiye zanîn.



