Hîna gelê Sûriyê dibin qurbanên mayînan…
Îro li gundewarê Helebê, di encama teqîna mayînekê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Hemadat ê gundewarê rojhilatê Helebê, mayînek bi terktoreke çandiniyê ve teqiya.
Di encamê de, 2 kesên li ser terketorê û di nava erdên xwe de kar dikirin, jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku ji destpêka salê ve 214 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest daye.
Li gor wê, 193 li herêmên hikûmeta demkî û 21 jî li herêmên Rêveberiya Xweser in.



