Tengava Hurmuzê careke din bûye navenda şerê navneteweyî.
Êrişên DYA û Îranê di roja sêyemîn de jî dewam kir.
Tanker hatin armanckirin, teqîn li gelek bajarên Îranê pêk hatin û Donald Trump jî daxuyaniyên nû yên tund da.
Bêdengiya şevê bi ronahî û êrişên Îran û DYA yên li ser hev re careke din hat guhertin.
Artêşa Amerîka bi tundî êrişî li başûrê Îranê ku di nav de Bûşehr, Bender Abbas, Keşm û Kiş jî heyî kir.
Medyaya Îranê ragihand ku li gelek deveran dengên teqînan heta saetên siharê hatiye bihîstin.
Bersiva Îranê jî ji Tengava Hurmuzê hat.
Îranê li tengavê êrişî 2 keştiyên petrolê yên Îmratê kir.
Li gorî daxuyaniya Îmaratan, welatiyekî Hindistanê ku di keştiyê de dixebitî jiyana xwe ji dest da û heşt kes jî birîndar bûn.
Trump: Dorpêça deryayî ya li ser îranê ji nûve dest pê dike
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku li ser bendergehên Îranê wê dorpêça deryayî ji nû ve were destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê, hemû keştiyên ku diçin an jî ji bendergehên Îranê derdikevin wê di bin kontrola leşkerî de bin.
Her wiha got,
Navendên binerdê dikare di demeke nêz de bibe armanca êrişeke mezin.
Ev daxuyanî di dema ku nirxê petrolê li bazarên cîhanê dîsa bilind bûye de hat.
Trump ji tankerên petrolê pereyan dixwaze
Di daxuyaniyeke din de Trump got,
Tankerên ku bi ewlekarî ji Tengava Hurmuzê derbas dibin divê ji bo parastinê ji sedî bîstê nirxa barkirina xwe bidin Amerîka.
Lê ev gotin ji hêla Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio ve jî hat rexnekirin.
Rubio dibêje, tu welatek nikare ji bo derbasbûna avên navneteweyî pere bixwaze.
TRUMP JI BO TENGAVA HURMUZÊ PERE DIXWAZE: ÎRAN TINAZÊ XWE PÊ DIKE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî jî bi şêweyekî tinazî bersiv da.
Wî got Îran salan e ewlehiya Tengava Hurmuzê diparêze, lê daxwaza Trump ya ji sedî bîst “pir zêde” ye.
Îran êrişî urdun û bahrêynê kir
Li Urdunê çar mûşkên ji Îranê hatibûn avêtin hatin bêbandorkirin.
Li Bahreynê jî sirenên ewlehiyê lêdan û ji welatiyan hat xwestin ku biçin cihên ewle.
Di heman demê de, çavdêrên navneteweyî hişyarî didin ku êrişên dawî dikarin şerê li Rojhilata Navîn berfirehtir bikin.
Li gorî Wall Street Journal, armanca Washingtonê ne tenê cezakirina Îranê ye, lê her wiha vegerandina Tehranê ser maseya danûstandinê ye.



