Şerê Îran û DYA li Başûrê Kurdistanê li kêleka ziyanên canî dibe sedema yên aborî jî
Kompanyayek Kanadayî ragihand ku ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê, hilberîn û hinardekirina neftê ya li du xalan bi demkî rawestandiye.
Kompanyaya Kanadayî ya Şamaran Petroleum daxuyand ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê li herêmê, karên hilberîn û hinardekirina neftê li bîrên Etrûş û Sersengê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Kompanyayê got;
Ev biryar wekî pêngaveke ewlehiyê hatiye girtin, da ku jiyana karmendan û binesaziya bîrên neftê were parastin.
Ger şertên ewlehiyê baş bibin, dê hilberîn û hinardekirina neftê careke din dest pê bike.
Şamaran Petroleum ji sedî 50 xwediyê qezenca bîra petrolê ya Etrûşê û ji sedî 18 ji ya bîra petrolê ya Sersengê ye.
Li herdu bîrên petrolê rojane bêtirî 60 hezar varêlên petrolê dihatin derxistin.
Her du bîr jî di sînorê parêzgeha Duhokê de cih digirin.
Ev biryar di demekê de tê ku rewşa ewlehiyê li Başûrê Kurdistanê bûye mijara sereke ya şîrketên enerjiyê û bazarên neftê.



