Li parêzgehên Sûriyeyê di rojekê de 149 bûyerên şewatê derketin. Di encamê bûyeran de tenê zirarên madî çêbûn.
Tîmên Dezgeha Parastina Sivîlan a Sûriyeyê ya girêdayî Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesetan, duh (20 Tîrmeh) ragihand ku wan destwerdana 149 bûyerên şewatê yên li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê kiriye, yek ji wan bûyeran ya zeviyên çandiniyê bû û yên mayî (148) şewatên li malan, dikanên bazirganiyê û deverên din bûn.
Dezgehê da zanîn ku tîmên wan destwerdanan hemû bûyeran kiriye û di encamê wan bûyeran de tenê zirarên madî çêbûne.
Dezgehê bang li şêniyan kir ku xwe ji bûyerên şewatê biparêzin û bi tedbîr tev bigerin. Her wiha ji bo rêgirtina li ber şewatên li zeviyên çandiniyê daxwaz ji xelkê kir ku cigareyên xwe navêjin ser rêyan û agir bi giyayên hişk nexin.



