Li Washingtonê çav li civîna Serokomarê Lîbnanê Joseph Aoun û Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Di heman demê de, artêşa Lîbnanê li başûrê welêt ji cihekê vekişiya û hêzên Libnanê lê bicih bûn.
Joseph Aoun, di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, îro li Qesra Spî wê bi Trump re bicive.
Li gorî agahiyan, di civînê de danûstandinên navbera Lîbnan û Îsraîl, pêvajoya bêçekkirina Hizbullah û vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Lîbnanê wê mijarên sereke bin.
Berî vê civînê, Aoun li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî hevdîtinek pêk anî û daxwaz kir ku Îsraîl li gorî peymana 26’ê Hezîranê dest bi vekişînê bike.
Artêşa Îsraîl ji hinek xalan vekişiya û hêzên Libnanê bicih bûn
Di heman demê de, artêşa Lîbnanê ragihand ku piştî derketina hêzên Îsraîlê, wan hêzên xwe li bajaroka Zavtara Rojava ya parêzgeha Nebatiye bicih kiriye.
Ev gav di çarçoveya pergala “pilot herêmê” de tê avêtin.



