Di çarçoveya dosya Cîgirê berê yê Wezîrê Neftê yê Iraqê Ednan Cumeylî de, li parêzgeha Selahedîn 13 milyar dînar, 400 hezar dolar û 45 kîlo zêr hat destserkirin.
Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê têkildarî desteserkirina milyaran dolar û bi dehan kîlo zêrên Cîgirê berê yê Wezîrê Neftê yê Iraqê Ednan Cumeylî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, li parêzgeha Selahedîn 13 milyar dînar, 400 hezar dolar û 45 kîlo zêr de hate desteserkirn.
Encûmenê anî ziman, di çarçoveya lêpirsîna berdewam a li gel tometbar Ednan Cumeylî de, gelek dosyayên din yên gendeliyê jî eşkere bûne.
Her wekî got, ewê di lêgerîna pereyê hatî dizîn de berdewam bin.



