Êrişen DYA û îranê yên li dijî hev berdewam dikin.
Piştî ku Îranê çend roj berê 2 leşkerên DYAyê kuştin Donald Trump gef li Îranê xwaribû .
Gotibû dê bi êrişeke dijwar bi ser Îranê ve werin.
DYA duh bi şev bênavber 5 saetan êrişî Îranê kir, gelek herêm bombebaran kirin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA ragihand ku li hemberî sîstemên parastina hewayî êrişek pêk anîn.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişên xwe yên li dijî Îranê di şeva 12’emîn de bênavber domandin.
Di êrişên de gelek navendên başûr û başurrojavayê Îranê bûn hedefên êrişan.
Rayedarên Îranî destnîşan kirin ku 2 kes li Deriyê Sînor ê Şelemçeyê ji ber êrişan mirin.
Li Derya Sor alozî zêdetir dibe
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA (CENTCOM) ragihand gelek navendên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Îranê jî got, heta êrişên DYA’yê dewam bikin wê Tengava Hurmuzê girtî be.
Li aliyê din li Yemenê jî Hûsiyan ragihandin ku li Derya Sor wan li tankerên petrolê yên Erebistana Siûdî xistine.
CENCTOM ragihand ku li hemberî hêzên deryayî, fuze, depoyên balafirên bêmirov.
Navendên şopandina peravî û sîstemên parastina hewayî yên li Îranê êrişeke nû ya hewayî pêk anîn.
Hûsiyan êriş birin ser Tankerên Siûdî
Hûsiyên li Yemenê yên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin gotin:
Li Derya Sor êriş birine ser du tankerên petrolê yên bi navê Encelia û Laylayê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistna Siûdî SPA’yê jî ragihand:
Ji ber êrişê agir bi serê keştiyê ketiye, lê belê tiştek bi personelên keştiya Encelia nehatiye.
Îran: Tengava Hurmuzê wê girtî bimîne
Îranê diyar kirin ku sê tankerên petrolê yên hewl didan ji Tengava Hurmuzê derbas bibin hatin rawestandin.
Kuweyt: Êriş hatin astengkirin
Artêşa Kûweytê jî diyar kir ku balafirên bê mirov bi sîstemên parastina hewayî hatin astengkirin.
Rayedaran ragihandin ku dengê teqînê ji ber ketina balafirên bêmirove.
DYA’yê budceya şer erê kir
Meclîsa Nûneran a DYA’yê budçeya 95 milyar dolarî ya Pentagonê.
Li hemberî 214 dengên na bi 216 dengên erê qebûl kir.
Pêşnûme wê pêşkêşî erêkirina Senatoyê bê kirin.



