Li suriyê girtin, revandin kuştin berdewame.
(SOHR) da diyarkirin kû, li Humsê kesek ku di kêmî 24 saetên dawîn de ji cihê karê xwe hatibû revandin, kuştî hat dîtin.
Li gundewarê Humsê kesekî 40 salî ku di kêmî 24 saetên dawîn de ji cihê kar hatibû revandin kuştî hate ditin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku
Ew kes ji çewilka mirîşkan ku lê dixebitî hate revandin û cenazeyê wî li odeyekê di nava zeviyên çandiniyê yên navbera gundên Şiniyê û Tîba yên rojavayê Humsê de hate dîtin.
SOHR’ê destnîşan kir ku daneyên destpêkê nîşan didin ku sedema kuştina wî mezhebî ye.
Hate gotin ku sedemên kuştinê û kesên li pey hîna nehatine zanîn, lê lêkolîn dewam dike.
Li Reqayê êrişî bijîşkekê hat kirin
Li bajarê Reqayê jî êrîşî bijîşkek hat kirin
Êriş piştî nîqaşekê bi kesekî re ku tohmetên siyasî li dijî wê kiribûn derket.
Bi dehan bijîşk û xebatkarên qada tenduristiyê binpêkirinên domdar ên li ser xebatkarên tenduristiyê
şermezarkirin.
Di heman demê de ji bo piştgiriya bijîşka ku li Nexweşxaneya Wetenî êrişê wê hatibû kirin, çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de pankartên redkirina kampanyayên teşhîkirin û tawanên li dijî xebatkarên tenduristiyê hatin vekirin.
Her wiha banga bi destxistina parastina zagonî ya xebatkaran, hesabpirsîna ji êrişkaran û dabînkirina xizmetên tenduristiyê hatin kirin.
Êrişkar jî hat destgirtin.



