Di salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku avakirina Sûriyeyek nû hewceyî hevkarî, nenavendîkirin û diyaloga neteweyî ye.
MSD`ê îro bi boneya 14`mîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.
MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar ku “Şoreşa 19`ê Tîrmehê projeyek demokratîk a Sûriyeyê pêşkêş kir ku li ser pirrengî, hevkarî û berpirsiyariya hevpar ava bûye – ne projeyek ku girêdayî komekê ye.”
Her wiha hat gotin “Di salên borî de, ev ezmûn bû egera berfirehkirina beşdariya komên cûda di rêvebirina karûbarên giştî de, zêdekirina hebûna jinan di cihên biryardanê de, avakirina saziyên herêmî li ser bingeha îradeya civakê û xurtkirina çandek jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş wekî kevirê bingehîn ê aramiyê û pêşkeftinê.
MSD`ê diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû hewceyî lihevkirineke neteweyî li ser bingehên destûrî û siyasî ye, ku nûnertiya rastîn ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê garantî dike, maf û azadiyan diparêze û cihêrengiya welêt qebûl dike.
Di daxuyanyê de hat destnîşankirin ku aramiya domdar tenê bi diyaloga neteweyî ya berpirsiyar û hevkariya di navbera hemû hêz û koman de dikare were bidestxistin.
Her wiha diyar kir ku “Ev yek dê rê li ber çareseriyên siyasî veke ku yekîtî û serweriya Sûriyeyê xurt dike û dewletek hemwelatîbûna wekhev ava bike.
MSD`ê di daxuyaniya xwe de banga kir ku salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibe gaveke neteweyî ji bo pêşxistina lihevkirina di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û bi hev re ji bo siberojeke hêjayî Sûriyeyê û gelê wê bixebitin.



