Tevî vegera koçberên Efrînê ji bo malên xwe, lê hîn jî mal û milkên wan ji aliyên komên çete û nişteciyên biyanî ve têne dizîn, talankirin û firotin.
Welatiyekî ji Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku li herêmê niha demsala çinîna berhema Simaqê ye.
Lê nişteciyên li hin gundan mane, berhema Simaqê berî dema wê bi dizî diçinîn û li bazarê difroşin.
Li aliyekî din tevî sozên aliyên têkildar ku mal û milkên koçberên vegeriyane li wan were vegerandin.
Lê hîn gelek mal û milkên xelkên Efrînê yên resen li wan nehatiye vegerandin.
Milkên wan hîna di destê gelek malbatên nişteciyên biyanî de ne, dizî û talanî dewam dike.



