Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres piştî 17 salan xwe amade dike ku serdana Sûriyê bike.
Di serdanê de wê bi Serokê hikumeta Demkî a Şamê Ehmed El Şeri û nûnerên civakî re hevdîtinan pêk bîne.
Serdana Guterres ya di nava vê hefteyê de pêk were.
Ev yek piştî 17 salan yekem serdana Sekreterê Giştî yê NY’yê ya ji bo welat e.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê NY ji bo Sûriyeyê, Claudio Condone, di civîna Konseya Ewlekariyê de ragihand ku ev serdan li ser vexwendina hikumeta Sûriyê tê kirin û armanca wê piştgiriya derbasbûna siyasî ya welêt e.
Guterres wê li Şamê bi Ehmed Şeri re hevdîtinê bike
Di dema serdanê de tê payîn ku Guterres bi Serokkomarê Demkî Ahmed El Şara re hevdîtinê bike.
Her wiha di bernameya wî de civînên bi nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl û kesayetên civakî yên cihêreng jî cih digirin.
Di bernameya Guterres de serdana Girê Colanê jî heye
Li gorî bernameyê, Sekreterê Giştî yê NY’yê wê her wiha serdana herêma Girê Colanê jî bike.
Wê li wir bi personelên Hêza Aştiyê ya NY ku ji sala 1974’an ve li herêma tamponê kar dikin, hevdîtinê pêk bîne.



