Li Sûriyê zehmetiya aborî her ku diçe girantir dibe.
Ev rewş li gelek bajar û navçeyan bûye sedema nerazîbûnê.
Li Tebqayê jî welatî ji bo başkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyan daketin qadan.
Xwepêşanderan nerazîbûn li dijî polîtîkayên hikumeta demkî a Şamê nîşan dan.
Di çalakiya xwe de bertek nîşanî dijwariyên aborî û kêmbûna xizmetguzariyan dan.
Her wiha daxwaz kirin ku şert û mercên jiyanê zûtir baş bibin.
Xelkê Tebqayê başkirina aborî û xizmetguzariyê dixwaze
Di xwepêşandanê de bang hate kirin ku berpirsên Şamê bersiveke bilez bidin daxwazên gel û ji bo çareserkirina pirsgirêkên rojane gavên pratîk bavêjin.
Welatiyan diyar kir ku bilindbûna nirxan, kêmbûna xizmetên bingehîn û dijwariyên jiyanê barê giran li ser malbatan danîne.
Xwepêşanderan gotin, heta ku şert û mercên jiyanê baş nebin, ew ê daxwazên xwe bi rêbazên aştiyane bidomînin.



