Xebata paqijiyê ku ji aliyê Meclisa Bajarê Til Temirê û Şaredariya Gel ve hatiye destpêkirin, dewam dike.
Meclisa Bajarê Til Temirê bi tevkariya Şaredariya Gel xebatên paqijiya giştî didomîne.
Meclisa Bajarokê Qibûr Qeraçînayê jî rêya M4 a navbera Til Temir- Qamişloyê paqij dike.
Di çarçoveya xebatê de ku hefteyê duşem û pênşemê tê kirin, îro ekîbên paqijiyê derbasî Taxa Asûrî bûn.
Meclisa Bajarokê Qibûr Qeraçîna jî xebata paqijiyê ku destpêka vê mehê dabû destpêkirin, didomîne.
Meclisê paqijkirina rêya M4 a navbera Til Temir û Qamişloyê dewam kir.
Di hefteya borî de gelek gund wekî Til Eyn El Ebid û Dirdariyê hatin paqijkirin.
Ev xebat dê di demên pêş de li hemû gundên girêdayî meclisê bê kirin.



