Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) û berdevka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Aliyanê Mehabad Ebdulezîz wefat kir.
Mehabad ji gundê Dêrûna Axê ya girêdayî bajarê Çilaxayê ye. Destpêka avakirina HPC‘ê tevlî nava refên wê bû. Cihê xwe di pêngavên leşkerî yên Dêrazorê, Serêkaniyê, Til Hemîs, Holê û Şedadê de girt. Dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, bi karwanê gel ê piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe da Efrînê.
Mehabatê di rêwîtiya xwe ya di nava HPC‘ê de tev li 16 dewryeyên perwerdeyê bû.
Li kêlek HPC‘ê, Mehabadê endamtiya Meclisa Bajarokê Kêşikê û Kongra Star kir û berdevka Meclisa PYD`ê ya li herêma Aliyanê. Wê li herêmê gelek çalakî birêxistin kirin.
Destpêka sala borî Mehabad Ebdulezîz bi nexweşiya penceşêrê ya hestî û xwînê ket. Piştî çend mehan ji tedawiyê duh jiyana xwe ji dest da.



