Xelkê taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo daxwaza dîtina çareseriyeke daîmî ji pirsgirêka kombûna gemarê re dikin.
Xelkê da zanîn ku kombûna gemarê û şewitandina wê bandorê li jiyan û tenduristiya wan dike.
Têkildarî vê mijarê xelkê Qamişloyê ev demeke gazincan dikin ku çop gelekî li kolanên Qamişlo kom dibe û şaredarî raneke.
Ev pirsgirêk çareser nebûye û hîna li kolanan gemar heye.
Her wekî xelkê taxa Cûdî jî destnîşan kirin ku ew gelek caran çûne gel Şaredariya bajarê Qamişlo
Pirsigrêka xwe bi Şaredariyê re parve kirine, rapor ji şaredariyê re şandine.
Lê heya niha şaredariyê li wan guhdar nekiriye û pirsgirêka wan çareser nekiriye.
Şaredarî jî derbarê pirsgirêkê de dibêje ku zexta kar li gel me heye.



