Şaredariya Gel a Qamişloyê zîftkirina rêyên xirabbûyî didomîne û heya niha ji sedî 50 pêk hatiye.
Şaredariya Gel diyar kir ku ew beriya zîftkirinê, kolanê sererast dikin û îsfeltê datînin, niha ji bo zîftkirina 3 kolanên kêlekê li nava Kolana Şehîd Îsa Hiso de jî amadekarî tên kirin.
Şaredariya Gel di qonaxa heyî de kolanên taxa Hilêliyê (taybet rêyên derdora Zanîngeha Rojava), Kolana Siyahî, Kolana Postexaneyê-Çerxerêya Şehîdan zîft kirine.
Heya niha ji sedî 50 xebatên zîftkirina rêyan pêk hatiye. Xebatên zîftkirina rêyan li gorî plana hatiye diyarkirin, dewam dike.



