Piştî êrîşên dawî yên Rûsyayê li ser Kîevê, hemû çav li ser Lûtkeya NATOyê ne ku dê li Enqerê were lidarxistin e.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji hevalbendan daxwaza “piştgiriya parastina hewayî ya lezgîn” kir.
Zelensky daxwaz kir ku Lûtkeya NATOyê ya li Enqerê biryarên berbiçav ji bo xurtkirina parastina hewayî ya Ukraynayê bide.
Wî tekez kir ku bi taybetî pêdivî bi pergalên parastina hewayî yên Patriot heye da ku pêşî li qurbaniyên sivîl bigire.
Li gorî hikûmeta Ukraynayê, Rûsyayê şevê din bi sedan dron û bi dehan mûşekan êrişî welat kiriye.
Di êrîşan de herî kêm 14 kes hatin kuştin û 76 kes birîndar bûn.
Zelensky diyar kir ku piraniya dron û mûşekên krûz hatine bêbandorkirin, lê parastina heyî ya li dijî mûşekên balîstîk têrê nake.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî ragihand ku pêdiviyên lezgîn ên parastina hewayî yên Ukraynayê wê di Lûtkeya NATOyê de werin nîqaşkirin.
Tê payîn ku pakêtên alîkariya leşkerî ya nû û hevdîtinên krîtîk ên di navbera rêberan de jî mijarên sereke yên rojevê di civîna bilind a li Enqerê de bin.



