Îngilistan cara yekem di dîroka Kûpaya Cîhanî de bû sêyemîn.
Îngilîstanê bi 6:4 Fransa têkbir û xelata bronz wergirt
Her wiha di dîroka Kûpaya Cîhanê de ev weke maça herî gol di pêşbaziya sêyemînî de hatî tomarkirin bû.
Di maça sêyemîtiyê de, Îngilistan Fransa 6-4 têk bir û cara yekem di dîroka xwe de bû xwediyê madalyaya bronz.
Îngiltera bi golên Declan Rice, Ezri Konsa û du golên Bukayo Saka nîvê yekem 4-0 di pêş de qedand.
Di nîvê duyem de Fransa bi serokatiya Kylian Mbappe hewl da ku şêwazê leyîstikê biguhere.
Mbappe bi 10 golan di rêza yekem a golkerên cîhanê de ye
Golên Barcola û Dembele hêvî dan Fransiyan, lê golên din ên Bukayo Saka û Jude Bellingham serkeftina Îngilistanê piştrast kirin.
Bi tevahî 10 gol di maçê de hatin tomarkirin.
Di dîroka Kûpaya Cîhanê de ev encama herî gol ya di maça sêyemîniyê de hatîn avêtin e.
Her çend Fransa têk çû, Kylian Mbappe bi 10 golan bû golvanê herî serketî yê turnuvayê.
Fînalîstên kûpaya cîhanî ya Fifa a 2026’an diyar dibe: Spanya yan Arjantîn?
Îşev jî ji bo hildana kûpayê wê Spanya û Arjantîn werin pêşberî hev.
Maç wê li gorî dema Rojavayê Kurdistanê di saet 22:00’an de pêk were.



