Di salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, hem KCK hem jî PJAK peyamên pîrozbahiyê weşandin.
KCK’ê got:
Gerîlayên ji Bakur, Başûr û Rojhilat li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin.
PJAK’ê jî banga parastina deskeftiyên gelê kurd li Rojava kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got,
Şoreşa Rojava ku 2012’an li Kobanê dest pê kir, bi fedekariya gelan û bi berdêla hezaran şehîdan gihîştiye destketiyên îroyîn.
“Gerîlayên ji Bakur, Başûr û Rojhilat li Rojava li dijî Daiş’ê şer kirin”
KCK’ê îşaret bi rola gerîlayên yên di parastina Kobanê de kir û ev tişt anî ziman:
Gerîlayên Azadiyê ji Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li kêleka gelên Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin.
Gelek gerîla şehîd bûn û bi van berdêlan sîstema xwerêveberiya demokratîk hate avakirin.
“Rojava deskeftiyên xwe li ser xeta Rêber Apo bidest xistiye”
Hat gotin gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye û wê ji niha û pêve jî wan biparêze û bi pêş ve bibe.
KCK’ê bal kişand ser modela xwerêveberiya demokratîk û got;
Çareseriya Sûriyê tenê bi sîstemeke demokratîk û nenavendî pêkan e.
PJAK: Şoreşa Rojava mînaka demokrasî û hevjîyanê ye
PJAK jî Şoreşa Rojava wek mînakeke zindî ya demokrasî, hevrejiyan û aştiya gelan binav kir.
PJAK daxuyanirin ku serkeftina şoreşê li ser bingeha azadiya jinan, yekîtiya gelan û fedekariya YPG û YPJ hate avakirin.
Di dawiyê de bang li hemû Kurdan û hêzên azadîxwaz kir ku ji bo parastina destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û bihêzkirina xwerêveberiya demokratîk yekgirtî û hişyar bimînin.



