Îranê li nava welat bi darvekirina kurdan û li derve jî bi êrişên ser Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya li hember gelê Kurd nîşan dide.
Bi rojane êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Li nêzîkî Hewlêrê bi dronê êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK, hat kirin
Di êrişê de 8 Pêşmerge birîndar bûn.
PAK dibêje baregehên wan demeke dirêj e di bin çavdêriya dronan de ne.
Berbanga îro, demjimêr duyê sibehê, bi dronê êrişî baregeha Çemşarê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK, ya li nêzîkî Kampa Darêşekranê hat kirin.
PAK: 8 pêşmerge birîndar bûn, rewşa 4’an giran e
Berpirsên PAK’ê ragihand ku di encama êrişê de 8 pêşberge birîndar bûne.
Ji wan rewşa 4 pêşmergeyan giran e.
PAK diyar kir ku ev ne cara yekem e ku baregehên wan dibin armanca êrişên Îranê.
Li gorî partiyê, di êrişên berê de du pêşmerge şehîd û 26 Pêşmerge jî birîndar bûne.
PAK: Baregehên me her tim di bin çavdêriyê de ne
Her wiha got, dronên çavdêriyê bi dewamî li ser baregehên wan difirin û agahiyan kom dikin.
Ji destpêka şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ve heta niha, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 920 dron û mûşek hatine avêtin.
Di encama van êrişan de 30 kes şehîd, 148 jî birîndar bûne.
Ji wan birîndaran 82 pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.



