Roja 14’ê Nîsana 2026’an rejîma Îranê bi mûşekan êrişî sînorê parêzgeha Silêmanî kiribû
Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ya li Sûrdaşê Xezal Mewlan bi giranî birîndar bûbû.
Ji ber nedermankirinê ya li navendên tenduristiyê şehîd bibû.
Têkildarî encamên lêkolînê Parêzerê Şêwirmend Eta Osman ku ji dosyayê agahdare ji Rojnewsê re axivî.
Parêzer Eta Osman anî ziman li ser dosyaya şehîd Xezal Mewlan desteyeke lêkolînê bi fermana Wezareta Tenduristî ya Silêmaniyê hatibû avakirin û got:
Rapora vê desteyê temam bû û 8’ê Tîrmehê radestî dadgeha lêkolînê ya Silêmaniyê hatiye kirin
Kû armanca dadgehkirina ew kesên di mijara Xezalê de xemserî kirine.
Eta Osman anî ziman ku xemsariya wan jî ewe ku bi qasî 15 deqeyan ew nexweş li ber derê beşa lezgîn dane sekinandin û got:
Ev yek jî bi hinceta ku divê li benda destûra îdarî bimînin ji bo heta derman bikin.
Eta anî ziman, di demek wiha de ciheke destûrê nîne ji bo dermankirina nexweşiyeke di wê rewşê de.
Parêzer Eta got, dosya ji bo dadgeha lêkolînê hatiye veguhestin û her 5 kes niha sûcdarin.
Her wiha ani ziman, niha ew her 5 kes û tevî nexweşxanyê dikarin li ber dadgehê bêsûciya xwe isbat bikin.
Eger ev dosya bê piştrastkirin wê bi madeya 411 bê cezakirin.
Ev yasa taybete ji bo kesên xemsarî di karê xwe de kirine wê 5 salan jî bên cezakirin



