Li Tirbespiyê îro sûcekî kuştinê çêbû.
Li wî bajarî, welatiyek hat kuştin û hevjîna wî jî birîndar bû.
Li bajarê Tirbespiyê çekdarên nenas gule li şêniyê bi navê Silêman Diêş El Qeso (45) û hevjîna wî reşandin.
Silêman El Qeso di cih de hat kuştin û hevjîna wî Nesrîn El Nasir jî birîndar bû.
Êriş li taxa Colanê ya bajêr dema ku El Qeso û hevjîna xwe di erebeya xwe de bûn, pêk hat.
Hêzên Asayîşê û Serdozgeriya Giştî tavilê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.
Nasnameya êrişkaran û sedema êrişî hîna nehatine zanîn. Lê li gorî hin agahiyan sedema girêdayî xwîndariyê ye.



