Li seranserî Sûriyê rewşa ewlehiyê xerab e.
Li Parêzgeha Hemayê ji ber sedemên ne diyar,ciwanek di mala xwe de kuştî hat dîtin.
Li taxek parêzgeha Hemayê, cenazeyê ciwanekî bi guleyan hatibû kuştin di mala xwe de hat dîtin.
Heta niha sedemê û ji aliyê kî ve hatiye kuştin nehatiye zanîn.
Li gorî Çavdêriya mafê Mirovan a Sûriyê, li seranserî welêt ji depêka 2026’an ve 250 sûcên kuştinê çêbûne.
Di encamê de 275 kes hatine kuştin, 222 mêr, 36 jin û 17 zarokin.
Li aliyekî din jî SOHR ragihand ku di 5’ê Tîrmehê de an ku duh, li Sûri 4 kes hatin kuştin.



