Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê di dosyeya Hacî Lokman Bîrlîk de biryara xwe da.
Dadgehê diyar kir ku lêpirsîn bi awayekî bibandor nehatiye meşandin û qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin.
Dadgehê biryar da ku lêpirsîna li ser awayê nêzbûna bi cenazeyê Bîrlîk re bi awayekî bibandor nehatiye kirin.
Hate gotin, ji aliyê şêwaz ve mafê jiyanê û qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê hatine binpêkirin.
Hacî Lokman Bîrlîk di sala 2015’an de li Şirnexê hat kuştin û pişt re cenazeyê wî bi wesayîtek zirxî ve hat girêdan û li kolanan hat kişandin.
Dadgehê nirxand ku belavbûna van dîmenan û awayê nêzbûna bi cenazeyê re ji bo malbatê bûye sedema êş û azareke giran.
Ev kiryar di çarçoveya qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê de tê nirxandin.
Li gorî biryarê, dosya ji bo destpêkirina lêpirsîneke nû ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hate şandin.
Herwiha di biryarê de behsa cezayên dîsîplînê yên ku berê li dijî hin polîsan hatibûn dayîn jî hate kirin.
Hacî Lokman Bîrîk sînamagerekî kurd bû.
Ew ji aliyê xelkê herêmê ve jî ji nêz ve dihat naskirin.
Bi filmên xwe yên kin yên çêdikir jî rastiya jiyana li Kurdistanê nîşan dida.



