Dengê Binçavkiriyan a Îranê têkildarî erêkirina cezayê darvekirina li xwepêşanderan agahî parve kir.
Îranê cezayê bidarvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir.
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî têkildarî darveirin û zextan hişyarî da.
Dadgeha Bilind a Îranê biryara darvekirina 12 xwepêşanderên dema dawî ya gelê Îranê erê kir
Hate zanîn ku dosyaya girtiyan veguhestine Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê ya ji bo bicihanîna darvekirinê.
Li kêlek vê rê nayê dayîn bi parêzerên serbixwe re bicivin, rênayê dayîn ku parêzer li dosyayê binêrin.
Li aliyê din Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî zext û êrişên rejîma Îranê daxuyaniyek da û got:
Hewldanên siyasî û dîplomasî ya di navbera hikûmetan nabe rêgirî li binpêkirina mafan û piştguhkirinê.
Nebûna mekanîzmayên yasayî hêzê dide kujeran û rayedarên Îranê ji vê yekê cesaretê digirin .
Hate destnîşankirin ku desthilata Îranê li gel binçavkirinên bikomî, têkiliyên peywendiyê qut dike.
Zextê li malbatên qurbaniyan dike û dest bi dadgehkirina azadîxwazan kiriye.



