Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 44’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de daxuyaniyek da û got:
Emê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin.
KCK’ê anî ziman ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve derbekarên faşîst ên 12’ê Îlonê têkbirin.
Her weha berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin ji bo têkbirina vê armanca qirkirinê jiyana xwe danîn holê.
KCK’ê diyar kir ku têgihştina tenê li dijî êşkenceyê li ber xwe dan wê bibe sedem ku armanca mêtingeriya qirker a li zindana Amedê neyê dîtin.
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê armancên nexêr ên qirker ên dewleta Tirk baş dîtin, lewma berxwedana herî mezin a dîroka Kurdistanê pêk anîn.
Her wiha KCK’ê destnîşan kir ku felsefeya xwe ya jiyan û têkoşînê hêza têkoşînê ya gelê Kurd afirandin.
Kemal Pîr bi gotina ‘Ez ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim’ ev felsefe danîbû holê.
Herî dawî KCK’ê diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê dikare bê biserxistin.
Di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de em şehîdên zindanan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe li hember tekoşîna wan nûdikin.



