Denîz Kaya li ser navê girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên girtin, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nameyek şand.
Di nameyê de hat destnîşankirin, rejîma faşîst 12’ê Îlonê êrişeke qirkirinê dest pê kir.
Ev êriş ji bo hemû rehên demokratîk ên li Tirkiyeyê jê bike û hêviyê ji holê rake bû.
Girtiyên Apoyî: Rêber Apo bingeha Kurdên azad ava kir
Hat gotin ku, Rêber Apo fêm kir wê darbe çêbibe, bingeha Kurdên azad ava kir.
Gelek kadroyên pêşeng û pêşengên ku dîl ketin destê rejîma faşîst, xistin girtîgehan û gelek rêbazên dermirovî yên êşkenceyê li ser bedenên hevalên me yên tazî ceribandin.
Girtiyên Apoyî: Dixwestin bi kesayetên ketî teslîmbûnê li ser me ferz bikin
Her wekî anî ziman, dixwestin bi kesayetên ketî teslîmbûna mutleq li ser me ferz bikin.
Girtiyên Apoyî diyar kirin, berxwedêrên ku bedena xwe ya tazî piço piço helandin,
Li Zindana Amedê kevirên bingehîn ên xeta berxwedanê danîn.
Di dawiyê de Girtiyên Apoyî gotin:
“Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên van hevalan tacîdar bike.
Em hevalên xwe yên ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin.”



