Nuçeyek me li bakurê kurdistan bermahîyek ku malvanî ji gelek şaristaniyan re kiriye
Birca Belek di dilê her kurdekî de cihek xwe navek xwe yê bedewe Birca Belek
Ku diroka wê digehe 4000 hezar B.Z’ê ye.
Ev Birca bedew bi xemsariyê re rû bi rûye ruxmî ku hewildanek ya nû kirin rêkûpêkirinê hatibû kirin jî hîna di nav xemsariyê de dimîne
Birca Belek B.Kudistanê li bajarê Cizîra Botan e kû dîroka wê diçe heya 4000 BZ.
Ev avahî li ser Çemê Dîcleyê ye û bi çîroka efsanewî ya Mem û Zînê ve jî girêdayî ye.
Her çend di sala 2021’ê de biryarek ji bo restorekirina ango rêkûpêkirina avahiya dîrokî hatibe dayîn jî
Lê tû rêkûpêkî ne hatiye kirin rûxmî vê hundirê kelehê ji bo gel ne hatiye vekirin û qedexeye.
Zirara dîwarên derve û nivîsên li ser diwar hatine nivîsandin yekparebûna dîrokî ya dixe xetereyê.
Paşguhkirina vê avahiya dîrokî ya parastî, hem dibe sedema xirabûna tevna wê ya dîrokî û hem jî her kû diçe ziyana zêde dide mîrateya çandî.
Birca Belek, yek ji avahiyên dîrokî yên herî girîng ên bajêr e û ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin a dîrokî û çandî ye.
Tê gotin ku ji aliyê Împeratoriya Gutiyan ve hatiye avakirin û di tevahiya dîrokê de ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye.



