Duh li gelek bajarên Ewrupayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li Elmaniya, Fransa û Swîsrayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Kassel ê Elmanyayê, şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê dan bi rêzdarî hatin bîranîn û qala girîngiya dîrokî ya berxwedan û têkoşîna wan hate kirin.
Li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê sînevîzyonek hate nîşandan.
Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Nantesê hatin bibîranîn
Bi heman armancê li Komaleya Çanda Kurd a li bajarê Nantes ê Fransayê jî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Kesên axivîn diyar kirin ku Berxwedana14’ê Tîrmehê di têkoşîna parastina gelê Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyon, zext, zilm û înkarê de xala werçerxê ya dîrokî ye.
Li wir jî bîranîn bi sînevîzyona li ser Şehîdên 14’ê Tîrmehê bi dawî bû.



