Edaleta pêvajoya veguhêz bi darizandina berpirsên binpêkirinan tenê ava dibe ya na.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, edaleta veguhêz tenê bi veya ava nabe.
Li gor NY divê sazî werin sererastkirin .
Tazmînat ji qurbaniyan re werin dayîn û rastî werin aşkerakirin.
Çima pêdiviya sûriyeyiyan bi edaleta pêvajoya veguhêz heye.
Ji bo ku were pêkanîn çi hewce dike?.
“Edaleta pêvajoya veguhêz” ..
Ev têgeh ji dema ketina rejîma Baasê di rojevê de ye.
Ev têgeh bi damezirandina desteyan, lidarxistina civînan, belavkirina daxuyaniyan ve hat girêdan.
Lê ev têgeh ji van hemûyan berfirehtir e.
Têgeha behsa mijarê tenê bi dadgehkirin an şopandina kesên tawanbar sînordar nabe.
Lê gelek xebatan dihewîne ku armanca wan çareserkirina bandorên binpêkirinan e.
NY: Edaleta Pêvajoya Veguhêz komeke mekanîzmayên dadwerî ye
Li gorî NY, edaleta pêvajoya veguhêz komeke mekanîzmayên dadwerî û nedadwerî ye.
Ev mekanîzma li welatên ku ji nava şeran derketine yan jî ji rejîmên otorîter xilas bûne, tê pêkanîn .
Edaleta Pêvajoya Veguhêz ne tenê dadgehe
Li gorî pir kesan, edaleta pêvajoya veguhêz bi dadgehkirinan dest pê nake.
Lê li ser 4 rêgezên ku ji hev nayên qutkirin ava dibe.
Li gorî dezgehên NY jî, rêgeza yekemîn a edaleta pêvajoya veguhêz aşkerakirina rastiyê ye.
Anku belgekirina binpêkirinên qewimîne, guhdarîkirina qurbanî û şahidan.
Rêgeza duyemîn, hesabpirsîn e.
Anku berpirsên binpêkirinên mezin li pêşberî dadgehên serbixwe werin muhasebekirin.
Rêgeza sêyemîn dayîna tazmînatan ji qurbaniyan re ye; îtîbar û mafên wan werin mîsogerkirin.
Rêgeza çaremîn reforma saziyan e.
Ev yek çavdêrîkirina karên saziyên ewlehî, dadwerî û îdarî lixwe digire .
Çima Neteweyên Yekbûyî girîngiyê dide van rêgezan?
NY diyar dike ku tenê dadgehkirina çend berpirsyaran ji bo avakirina aştiyeke mayînde têrê nake.
Destnîşan dike ku heta ku sazî neyên sererastkirin, edalet ji bo qurbaniyan neyê pêkanîn .
Heta rastî neyên aşkerakirin, wê sedemên binpêkirinan bimînin.
Ji ber vê yekê jî NY edaleta pêvajoya veguhêz wek pêvajoyeke dirêj dibîne.
Ev pêvajo dibe ku bi salan dirêj bike û saziyên dewletê, dadgehan beşdar bibin.
Li gor hiqûqnasan sepandina edaleta veguhêz bi avakirina saziyan an derxistina biryaran tenê çênabe.



