Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya 25 salî Erxavan Fallahî ya li Tehranê tê ragirtin birî.
Erxavan Fallahî, di 25’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarê Parandê hat binçavkirin.
Piştre sewqî Beşa 241’an a Girtîgeha Evînê ya di bin çavdêriya Yekîneya Parastina Îstîxbaratê
hat kirin.
Ew 5 mehan di hucreya yek kesî de hate ragirtin û hate lêpirsînkirin.
Di vê pêvajoyê de her wekî rastî zextên giran ên fîzîkî û derûnî hat.
Erxavan Fallahî piştre sewqî Girtîgeha Feshafuyehê hate kirin û li wir jî demekê di hucreya yek kesî de hat ragirtin.
Piştre careke din sewqî Beşa Jinan a Girtîgeha Êvînê hate kirin.
Herî dawî hat ragihandin ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê daye Erxavan Fallahî.
Hat diyarkirin ku ev biryar bi rêya parêzera wê ji malbatê re hatiye ragihandin.



