Duh, civîna yekem a Parlamentoya Sûriyê hat lidarxistin.
Derheqê vê yekê, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê, Abdulkerîm Omer diyar kir ku nûnertiya Kurdan di Meclisa Gel de nîşaneyên nîgeraniyê ye.
Abdulkerîm Omer diyar kir ku hebûna 10 endamên Kurd tenê li meclisê, ne li gorî hejmar, dîrok û siyaseta kurdan li Sûriyê ye.
Omer destnîşan dike ku hilbijartina serokê parlamento û cîgirên wî, li gor amadekariyên berê civînê pêk hat, bêyî ku hebûneke kurdan di desteya serokatiya Meclisa Gel de hebe.
Omer dibêje ku 2 berbijêrên kurd xwe ji bo cîgirtiyê kirin nazmet, lê belê yek ji wan tevî ku cîgirtiya Itîlafê kiriye û partiya wî seroktiya ENKS’ê dike jî, lê tenê 10 deng ango hejmara herî kêm bi dest xist.
Lewra, Abdulkerîm Omer destnîşan dike ku ev nîşaneyên nîgeraniyê derheqê nêrandina desthilata nû ji doz û mafê gelê Kurd ên rewa re ye.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê dibêje ku ew ji ezmûnên berê fêr bûne ku pêdiviya mafan bi naskirina siyasî ya zelal û garantiyên destûrî û qanûnî heye.
Omer got ku ev berpirsiyartiyeke mezin li ser milê hêz û partiyên Kurd e. Parçebûn û pirbûna helwestan, ne tenê nakokiyeke siyasî ey, lê belê bûye xaleke lawaz û dihêle her kes bi rengekî takakesî bi kurdan re bidin û bistînin.
Omer careke din diyar kir ku yekhelwestiya Kurd, pêdiviyeke siyasî û çarenûsî ye û parastina mafê gelê Kurd û destkeftiyên wî, bêyî vê helwstekê ne pêkan e.



