Şaredariya Qamişloyê ragihand ku Daîreya Avê ji şaredariyê veqetiya û bi awayekî serbixwe bi Gerînendetiya Avê ve hat girêdan.
Armanc ji vê yekê asta xizmetguzariyan baş bibe û hevkariya di birêvebirina projeyên avê de were xurtkirin.
Wekî beşek ji bo jinûve sazkirina rêveberî û rêxistinî ya beşa avê û xizmetên pêwendîdar, Daîreya Avê ji Şaredariya Qamişlo hatiye veqetandin .
Niha bi awayekî serbixwe bi Gerînendetiya Avê ve girêdayî ye.
Şaredariya diyar kir ku armanc ji vê gavê hewldan bibin yek, xebatên sererastkirinê werin bipêşxistin û projeyên torên avê werin bicihanîn.
Her wiha bang li şêniyan kir ku daxwaz û giliyên avê ji Daîreya Avê ya girêdayî Gerînendetiya Avê ya li kêleka Çerxerêya Sonî re rakin.



