Di operasyona Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê de hejmarek çekdar hatin kuştin.
Her wiha ragihandina Sûriyê jî eşkere kir ku di 2 rojên borî de hêzên Îsraîlê ketin gundewarên rojavayê Derayê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên Lîwaya ”Etzion” a Firqeya 210’emîn duh li “herêma ewlehiyê” ya başûrê Sûriyeyê hejmarek çekdar kuştine.
Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku “wê opersayonên xwe li herêma ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê bidomîne û çi gefên ku welatiyên Îsraîlê an jî hêzên wê dikin armanc, tune bikin.”
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 4 erebeyên leşkerî ji baregeha El Cezîra derket û ket bajarokê Meriya, gundê Abidîn û herêma Girê Mezir.
Yekîneyeke artêşê ku ji 8 erebeyên leşkerî pêk dihat duh ket gundê bajarokê Cumlê û gelek mal kontrol kirin.



